24 Aralık 2015 Perşembe

Temo Nasir Bedirxan - Îro Ji Derba Xencerê


Îro ji derba xencerê, 
Zanim bi êşan î Mela
Ji eşqê zulfa dîlberê, 
Zanim perîşan î Mela

Zanim tu perîşan î ji dil, 
Bêhed bê êşan î ji dil
Teşbîhê buryan î ji dil, 
Billeh ne însan î Mela

Billeh çi teb'et adem î, 
Yekser 'dabî' yek 'alem î 
Deryayê Qaf û Qelzum î, 
Yan çerx-î gerdan î Mela

Îro ji derba xencerê, 
Zanim bi êşan î Mela
Ji eşqê zulfa dîlberê, 
Zanim perîşan î Mela

Helbest: Melayê Cizîrî

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder