29 Aralık 2015 Salı

Koma Berxwedan - Ala Kurdistan


Ala me hildin jor 
Li deşt û zozanan 
Xweşî nebû bi zor 
Bi destê ciwanan

Ala kurdistan tu çiqas rind î
Li birc û seran nêzîk bilind î

Bihêje bihêj 
Bihêje bihêj
Ala Kurdistan

Rengê te yê çeleng 
Kesk û sor û zer
Tîrêjê rojê 
Xwe avêtin ser

Bihêje bihêj 
Bihêje bihêj
Ala Kurdistan

Ji bo te gelek me dane şehîd
Wek Salih, Kendal, Kemal û Egîd
Ji bo te gelek me dane şehid
Wek Xelîl, Çako, Mazlum, Egîd

Bihêje bihêj 
Bihêje bihêj
Ala Kurdistan

Ala berxwedan zindan bilind bûn
Ala serhildan çiya ronî da

Bihêje bihêj 
Bihêje bihêj
Ala Kurdistan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder