29 Aralık 2015 Salı

Koma Botan - Wa Şehîd


Wa şehîd kaniya jîna dirûstî her tu yî 
Pakrewan 
Xwediyê dîroka pir bûha tu rêber î 
Welat bi xwîna xwe kirî 
Li ser xwînê qelen birî
Jîn ji te û jiyan ji te tu namirî
Na... tu namirî 

Wa Şehîd merqed û soz û peyman gora te ye 
Pakrewan 
Şoreşgerên qerar dane bi navê te ye 

Tu jîndar û sîper î
Tu ji her tiştî bilindtir î 
Jîn ji te û jiyan ji te tu namirî 
Na... tu namirî 

Wa Şehîd dengê tifinga te raman bela kirî
Pakrewan 
Raman bi pêlan neqişand li her derê

Tu mamoste û huner î
Tu qadî û him rêber î 
Jîn ji te û jiyan ji te tu namirî 
Na... tu namirî 

Gotin : Ebdulsema Berko & Dilbirîn Hoşeng

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder