29 Aralık 2015 Salı

Koma Botan - Şoreş Heye


Çi çi çi heye ha çi heye
Li Rojava şoreş heye
îro roj roja gelê me ye
Çep rast YPG
Parêzvanê jîna me
Çep rast YPJ
Parêzvanê jîna me

Şehît rêber û nirxên me ne
Serdar û him serkêşê me ne
Hizr û ramanên Rêber APO
îro destana gelê me ne

(Dîsgotin)

Rêberê ronak û welat î
Tariya şevên rojhilat î
Xebat û lebatî rûbirû kir
Pevdeng îro bi biratî

(Dîsgotin)

Koma Botan - Wa Şehîd


Wa şehîd kaniya jîna dirûstî her tu yî 
Pakrewan 
Xwediyê dîroka pir bûha tu rêber î 
Welat bi xwîna xwe kirî 
Li ser xwînê qelen birî
Jîn ji te û jiyan ji te tu namirî
Na... tu namirî 

Wa Şehîd merqed û soz û peyman gora te ye 
Pakrewan 
Şoreşgerên qerar dane bi navê te ye 

Tu jîndar û sîper î
Tu ji her tiştî bilindtir î 
Jîn ji te û jiyan ji te tu namirî 
Na... tu namirî 

Wa Şehîd dengê tifinga te raman bela kirî
Pakrewan 
Raman bi pêlan neqişand li her derê

Tu mamoste û huner î
Tu qadî û him rêber î 
Jîn ji te û jiyan ji te tu namirî 
Na... tu namirî 

Gotin : Ebdulsema Berko & Dilbirîn Hoşeng

Koma Berxwedan - Ala Kurdistan


Ala me hildin jor 
Li deşt û zozanan 
Xweşî nebû bi zor 
Bi destê ciwanan

Ala kurdistan tu çiqas rind î
Li birc û seran nêzîk bilind î

Bihêje bihêj 
Bihêje bihêj
Ala Kurdistan

Rengê te yê çeleng 
Kesk û sor û zer
Tîrêjê rojê 
Xwe avêtin ser

Bihêje bihêj 
Bihêje bihêj
Ala Kurdistan

Ji bo te gelek me dane şehîd
Wek Salih, Kendal, Kemal û Egîd
Ji bo te gelek me dane şehid
Wek Xelîl, Çako, Mazlum, Egîd

Bihêje bihêj 
Bihêje bihêj
Ala Kurdistan

Ala berxwedan zindan bilind bûn
Ala serhildan çiya ronî da

Bihêje bihêj 
Bihêje bihêj
Ala Kurdistan

Farqîn - Bahoz û Berf


Bahoz û berf tê li serê çiyan
Wek tavê daye erd û zeviyan

Xelasiya me bi tekoşînê ye
Rabûna me bi yekîtiyê ye
Rabûna me bi aşitiyê ye

Armanca me rizgariya we ye
Şer û lewendî ji bona te ye

(Dîsgotin)

Herekol û Cûdî Serhed û Botan
Tu nûra me yî roja Kurdistan

(Dîsgotin)

Dr. Ahmet Kaya - Şervan


Ça bînim ziman nizanim 
Dora min şîn e peyvê min nîne
Ça bînim ziman nizanim
Dilê min şîn e rûyê min nîne
Ax ax berxêm

Xortê mala min ka veke ax ka veke ax çavên xwe
Ax berxêm ax Şervanê min
Ax berxêm ax pakrewanê min

Bin dara gwîzê veşêrim 
Peyvên devê te bixwînim
Bin dara guzê veşêrim
Çekên destê te hilînim
Ax berxêm

Wiha çend salan bidome ax bidome ax bidome
Kobaniya rengîn çend hevalên Şervanê min veşêre
Ax berxêm ax Şervanê min
Ax berxêm ax rûmeta gelê min
Ax berxêm ax Şervanê min 
Ax berxêm ax xelata dilê min

Komuna Dengê Mezopotamya - Kobana Şêrîn


Em te nadin Kobanê
Tu dilê Kurdistanê
Hêzên hov û dagirker
Em ê derxin ji vî warî

Lê dixin xortên ciwan
Çeka giran vîna wan
Lê dixin keçên ciwan 
Li dinyayê deng vedan

Kobana şirîn şa bû 
Nav cihanê belav bû
Mirovahî bêçar bû
Jiyana rastiyar bû

(Dîsgotin)

Kumê rastiyê xwar e 
Serkeftin ya gellan e
Kûçkê xirab girtine
Ma tu kur î nabînî

Meydan bûye qada şer 
Tê da dimeşin gulên fer
Ketine dîlana eşqê 
Sema digirin li her der

(Dîsgotin)

Arînê stêrka jînê
Diyar çû li pey evînê
Dil da şopa wan de ne 
Dimeşin ji bo Kobanê

Kobana rengîn ronî
Nebê jara min kanî
Va ye hat silava rojê
De tu rabe li ser pê

(Dîsgotin)

Heskîf Orkestra - Ez Kobanê Me


Di vê tariya kor û reş de
Ji goristana sar û bêdeng
Ez bang dikim wa mirovahî, şiyar be
Ez keleha berxwedanê me
Ez parek im, ji dinyayê me 
Henasek im, ji jiyanê me
Kobanê me

Dilê min 
Dilê min liyan e di rê de
Kobanê xemla xwe girêde
Bejin bi kiras û xeftan e
Enî şera kesrewan e
Dilê min
Dilê min liyan e di rê de
Li Kobanê
Li Kobanê şer û ceng e
Şer û cenge, berxwedan e
Şerê hebûnê û nebûnê
Tola Arîna Mîrkan e
Li Kobanê
Li Kobanê şer û ceng e

Bijî Berxwedane YPG, 
Bijî Berxwedane YPJ..

Dilê min
Dilê min liyan e wa ye
Keç û xorta çek hildaye
Li hemberî top û tifinga
Sînga xwe sipî vedaye
Dilê min
Dilê min liyan e wa ye
De lêxin
De lêxin hevalno lêxin
Pozê tifinga li erdê xin
Ser pişta hespê kumê te
Pak bikin axa welêt e
De lêxin
De lêxin hevalno, lêxin

Di vê tariya kor û reş de
Ji goristana sar û bêdeng
Ez bang dikim wa mirovahî, şiyar be
Ez keleha berxwedanê me
Ez parek im, ji dinyayê me 
Henasek im, ji jiyanê me
Kobanê me

Zor zane
Zor zane û zêr zane
Devê tifinga mor zane
Li Kobanê şer giran e
Me sûnd xwarî bi şehîdan e
Bernadin
Bernadin axa waran e

Koma Amara - Kobanê


Koban dergûşa jînê ye

Pêlên çemê te dijwar e
Ji dîroka bav û kalan e
Ji kembera ereba re nebû war e
Tu dayîka pêxembera ne 
Rodî pêşeroja kurdan e
Rawestgeha rêber Ocalan e

Vira deştika zêrîn e
Dîcle hebûnek ji vîn e
Tilîlî û xêlîya Arîn e
Deşta Kobanê bixemilîne
Vira deştika zêrîn e

Alavên agir li çar hêlan
Di nav de govenda lehengan
Henasek ji xaka pîroz in 
Gela wê ji giyanê doz in
Stêrka sibê silava berbangê
Cangoriyên esrînî roj in

Bazên tolhildana te ye
Bi rih ceng xemilandine
Bi şox û şemala te ye
Ji nû ve jîn kemilandin
Bazên tolhildana te ye

Şer û awaza şoreşa rumetê 
Berxwedana qirqê bîst û yek3e
Deşta Herran Pirsûs Kobanê
Agir dane xwe pîroz beyar e
Soz didin dîroka însan e
Azadî ji bo gellê cîhan e

Vira deştika zêrîn e
Dîcle hebûnek ji vîn e
Tilîlî û xêlîya Arîn e
Deşta Kobanê bixemilîne
Vira deştika zêrîn e

Gir Miştenûr pişta te ye
Kaniya kurda navê te ye
Şewqa nemir bejna te ye
Her navên te li er lêva ye
Keç û xortê te mil dide mil e
Kobane destana kurda ye

Bazên tolhildana te ye
Bi rih ceng xemilandine
Bi şox û şemala te ye
Ji nû ve jîn kemilandin
Bazên tolhildana te ye

Awazên Çiya - Şehîd Harûn


Çiyayê Qendîl tu dibînî,
Xwe bi sê rengan dixemilînî
Harûn dibe mêvanê te,
Serbilind dililîne

Ew dilsozê roja xwe bû
Dildarê gellê xwe bû
Tirs û xova ser we rabû
Dilşad û dilwêrek bû

Xeyala yazdeh salî ye
Ber dengê rumetê ye
Bazê çiyayê azad e
Gabar û Besta bîye

Ew dilsozê roja xwe bû
Dildarê gellê xwe bû
Tirs û xova ser we rabû
Dilşad û dilwêrek bû

Wê dilan da her tim bijî
Bi bîr û baweriya xwe
Bi soz e bi tolhildan e
Lehengê Kurdistan e

24 Aralık 2015 Perşembe

Xelîl Xemgîn - Bagok


Diçe Adar, dibe Nîsan mizgînî li gulan
Kehnî û robar diherkînin ava nuh jiyan
Şîndikin daren kevnar, giyan didin miriyan
Hemî rê yên azadiyê tên ji Kurdistan
Serê rojek a buharê bi xeml û rengîn
Seranserî dîroka xwe dinivsîne bi xwîn
Tixûbên jiyanê dinasîne Mihemed Emîn
Baxên jiyanê av dide rêheval Delîl
Tîrêjin beyanê nola tîrevana dan
Qelişandin perdên reş û tarî û giran
Pencên roja sor avêtin, birqand rû qadan
Keland axa weke volkan, gelan serhildan
Çiyayê Bagokê bi domane buhar û rengîn
Ceng û halane digere li çiyayê jorîn
Ji Dêrîka Çiyayê Maziya heya Nisêbîn
Eniyên cengê dikelînin hawar û qêrîn
De bila bi xela nemîne Dêrîka Çiyayê Maziya bi mij û morane...
De mîna Gebar Berzan û Benavok û Helepçe
Gelî û newalên xwe bi ser xwe de berdane...
Bi sund û qesem be, emê reş û şîna xwe girênadin li ser şehîdên xwe....li ser şehîdên me li Çiyayê Bagok û Dêrîka Çiyayê Maziya...
Ji bîra me naçe, ji dilê me derna ye, emê ji zar û zêçên xwe re bêjin....
De bila çiyayê bilind bêje, hers û gir û nifrîna xwe bi ser xwe de birêje..

Gotin û Muzîk : Xelîl Xemgîn


Temo Nasir Bedirxan - Îro Ji Derba Xencerê


Îro ji derba xencerê, 
Zanim bi êşan î Mela
Ji eşqê zulfa dîlberê, 
Zanim perîşan î Mela

Zanim tu perîşan î ji dil, 
Bêhed bê êşan î ji dil
Teşbîhê buryan î ji dil, 
Billeh ne însan î Mela

Billeh çi teb'et adem î, 
Yekser 'dabî' yek 'alem î 
Deryayê Qaf û Qelzum î, 
Yan çerx-î gerdan î Mela

Îro ji derba xencerê, 
Zanim bi êşan î Mela
Ji eşqê zulfa dîlberê, 
Zanim perîşan î Mela

Helbest: Melayê Cizîrî

25 Haziran 2015 Perşembe

Siyabend - Dayê Oy Dayê



dayê oy dayê, qurban im dayê

welatê şêrîn qetiye tengahiyê
pêşmergên kurdan li serê çiyê
de bê birawo, tu çima nayê


ne deşt û rezman, ne gund û bajar
hemû vegirtin, çar hawîr diyar
hezar dimirim, rojê hezar car
qurban im dayê oy li min hewar


geh of dikşînim, geh difikirim
qet nasibêrim, qet ne havîr im
ji eşqa welat, dikim dîn bibim
îzna min bide, dayê ez herim


dayê oy dayê, qurban im dayê
welatê şêrîn qetiye tengahiyê