29 Aralık 2015 Salı

Komuna Dengê Mezopotamya - Kobana Şêrîn


Em te nadin Kobanê
Tu dilê Kurdistanê
Hêzên hov û dagirker
Em ê derxin ji vî warî

Lê dixin xortên ciwan
Çeka giran vîna wan
Lê dixin keçên ciwan 
Li dinyayê deng vedan

Kobana şirîn şa bû 
Nav cihanê belav bû
Mirovahî bêçar bû
Jiyana rastiyar bû

(Dîsgotin)

Kumê rastiyê xwar e 
Serkeftin ya gellan e
Kûçkê xirab girtine
Ma tu kur î nabînî

Meydan bûye qada şer 
Tê da dimeşin gulên fer
Ketine dîlana eşqê 
Sema digirin li her der

(Dîsgotin)

Arînê stêrka jînê
Diyar çû li pey evînê
Dil da şopa wan de ne 
Dimeşin ji bo Kobanê

Kobana rengîn ronî
Nebê jara min kanî
Va ye hat silava rojê
De tu rabe li ser pê

(Dîsgotin)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder