29 Aralık 2015 Salı

Koma Botan - Şoreş Heye


Çi çi çi heye ha çi heye
Li Rojava şoreş heye
îro roj roja gelê me ye
Çep rast YPG
Parêzvanê jîna me
Çep rast YPJ
Parêzvanê jîna me

Şehît rêber û nirxên me ne
Serdar û him serkêşê me ne
Hizr û ramanên Rêber APO
îro destana gelê me ne

(Dîsgotin)

Rêberê ronak û welat î
Tariya şevên rojhilat î
Xebat û lebatî rûbirû kir
Pevdeng îro bi biratî

(Dîsgotin)

Koma Botan - Wa Şehîd


Wa şehîd kaniya jîna dirûstî her tu yî 
Pakrewan 
Xwediyê dîroka pir bûha tu rêber î 
Welat bi xwîna xwe kirî 
Li ser xwînê qelen birî
Jîn ji te û jiyan ji te tu namirî
Na... tu namirî 

Wa Şehîd merqed û soz û peyman gora te ye 
Pakrewan 
Şoreşgerên qerar dane bi navê te ye 

Tu jîndar û sîper î
Tu ji her tiştî bilindtir î 
Jîn ji te û jiyan ji te tu namirî 
Na... tu namirî 

Wa Şehîd dengê tifinga te raman bela kirî
Pakrewan 
Raman bi pêlan neqişand li her derê

Tu mamoste û huner î
Tu qadî û him rêber î 
Jîn ji te û jiyan ji te tu namirî 
Na... tu namirî 

Gotin : Ebdulsema Berko & Dilbirîn Hoşeng

Koma Berxwedan - Ala Kurdistan


Ala me hildin jor 
Li deşt û zozanan 
Xweşî nebû bi zor 
Bi destê ciwanan

Ala kurdistan tu çiqas rind î
Li birc û seran nêzîk bilind î

Bihêje bihêj 
Bihêje bihêj
Ala Kurdistan

Rengê te yê çeleng 
Kesk û sor û zer
Tîrêjê rojê 
Xwe avêtin ser

Bihêje bihêj 
Bihêje bihêj
Ala Kurdistan

Ji bo te gelek me dane şehîd
Wek Salih, Kendal, Kemal û Egîd
Ji bo te gelek me dane şehid
Wek Xelîl, Çako, Mazlum, Egîd

Bihêje bihêj 
Bihêje bihêj
Ala Kurdistan

Ala berxwedan zindan bilind bûn
Ala serhildan çiya ronî da

Bihêje bihêj 
Bihêje bihêj
Ala Kurdistan

Farqîn - Bahoz û Berf


Bahoz û berf tê li serê çiyan
Wek tavê daye erd û zeviyan

Xelasiya me bi tekoşînê ye
Rabûna me bi yekîtiyê ye
Rabûna me bi aşitiyê ye

Armanca me rizgariya we ye
Şer û lewendî ji bona te ye

(Dîsgotin)

Herekol û Cûdî Serhed û Botan
Tu nûra me yî roja Kurdistan

(Dîsgotin)

Dr. Ahmet Kaya - Şervan


Ça bînim ziman nizanim 
Dora min şîn e peyvê min nîne
Ça bînim ziman nizanim
Dilê min şîn e rûyê min nîne
Ax ax berxêm

Xortê mala min ka veke ax ka veke ax çavên xwe
Ax berxêm ax Şervanê min
Ax berxêm ax pakrewanê min

Bin dara gwîzê veşêrim 
Peyvên devê te bixwînim
Bin dara guzê veşêrim
Çekên destê te hilînim
Ax berxêm

Wiha çend salan bidome ax bidome ax bidome
Kobaniya rengîn çend hevalên Şervanê min veşêre
Ax berxêm ax Şervanê min
Ax berxêm ax rûmeta gelê min
Ax berxêm ax Şervanê min 
Ax berxêm ax xelata dilê min

Komuna Dengê Mezopotamya - Kobana Şêrîn


Em te nadin Kobanê
Tu dilê Kurdistanê
Hêzên hov û dagirker
Em ê derxin ji vî warî

Lê dixin xortên ciwan
Çeka giran vîna wan
Lê dixin keçên ciwan 
Li dinyayê deng vedan

Kobana şirîn şa bû 
Nav cihanê belav bû
Mirovahî bêçar bû
Jiyana rastiyar bû

(Dîsgotin)

Kumê rastiyê xwar e 
Serkeftin ya gellan e
Kûçkê xirab girtine
Ma tu kur î nabînî

Meydan bûye qada şer 
Tê da dimeşin gulên fer
Ketine dîlana eşqê 
Sema digirin li her der

(Dîsgotin)

Arînê stêrka jînê
Diyar çû li pey evînê
Dil da şopa wan de ne 
Dimeşin ji bo Kobanê

Kobana rengîn ronî
Nebê jara min kanî
Va ye hat silava rojê
De tu rabe li ser pê

(Dîsgotin)

Heskîf Orkestra - Ez Kobanê Me


Di vê tariya kor û reş de
Ji goristana sar û bêdeng
Ez bang dikim wa mirovahî, şiyar be
Ez keleha berxwedanê me
Ez parek im, ji dinyayê me 
Henasek im, ji jiyanê me
Kobanê me

Dilê min 
Dilê min liyan e di rê de
Kobanê xemla xwe girêde
Bejin bi kiras û xeftan e
Enî şera kesrewan e
Dilê min
Dilê min liyan e di rê de
Li Kobanê
Li Kobanê şer û ceng e
Şer û cenge, berxwedan e
Şerê hebûnê û nebûnê
Tola Arîna Mîrkan e
Li Kobanê
Li Kobanê şer û ceng e

Bijî Berxwedane YPG, 
Bijî Berxwedane YPJ..

Dilê min
Dilê min liyan e wa ye
Keç û xorta çek hildaye
Li hemberî top û tifinga
Sînga xwe sipî vedaye
Dilê min
Dilê min liyan e wa ye
De lêxin
De lêxin hevalno lêxin
Pozê tifinga li erdê xin
Ser pişta hespê kumê te
Pak bikin axa welêt e
De lêxin
De lêxin hevalno, lêxin

Di vê tariya kor û reş de
Ji goristana sar û bêdeng
Ez bang dikim wa mirovahî, şiyar be
Ez keleha berxwedanê me
Ez parek im, ji dinyayê me 
Henasek im, ji jiyanê me
Kobanê me

Zor zane
Zor zane û zêr zane
Devê tifinga mor zane
Li Kobanê şer giran e
Me sûnd xwarî bi şehîdan e
Bernadin
Bernadin axa waran e